Joe Biden hin cezayên ser milîsên Îranî da sekinandin

Joe Biden hin cezayên ser milîsên Îranî da sekinandin

Serokê Amerîkayê Joe Biden, hinek cezayên ser milîsên îranî yên li Yemenê ku wekî ‘rêxistina terorî ya biyanî’ hatiye pênabekirin da sekinandin.

Rêveberiya Trump 11ê Çile beriya dest ji kar berde, tevgera Hûsiyên Yemenê ku bi ser Îranê ve ne xistibû nav lîsteya terorê û ceza li ser 3 lîderên wan sepandibû.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku beşek ji wan cezayên li ser Hûsiyan hatine sepandin, heta 26ê Sibatê hatine rawestandin ku 19ê vê mehê ketibûn pratîkê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku rêveberiya Biden wê biryara xistina lîsteya terorê ya Hûsiyan jî ji nû ve binirxîne ku Neteweyên Yekbûyî jî li dijî wê biryarê derketibû.

Pustên heman beş