Komên çekdaran ev keça Efrînê revandin

Komên çekdaran ev keça Efrînê revandin

Li bajarokê Cindirêsê yê Herêma Efrînê, komeke çekdar, keçeke Kurd revand, Xalîde Hisên a 30 salî, ku ker û lal e, şeva 23 li ser 24ê vê mehê, ji mala bavê wê hat revandin.

Zanyarî diyar dikin, li bajarokê Cindirêsê yê girêdayî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, komeke çekdar Keçek Kurd ku ker û lal e ji nav mala bavê wê revand, Xalîde Hisên, ji taxeke di bin destê koma Ehrar el-Şerqiye hat revandin.

Xalîde Hisên, 30 salî ye û ji gundê Yalanqozê ye, Ew xwedan pêdawîstiyên taybet e, ji ber ku ker û lal e. Şeva 23/24ê vê mehê ji mala bavê wê li Cindirêsê hatiye revandin, Taxa ku jê hatiye revandin di bin destê Ehrar el Şerqiye de ye.

Piştî ku komên çekdar dest danîbûn ser herêmê, Hisên Henan, bavê Xalîde, ji aliyê komên çekdar hatibû girtin û piştî çend mehan hatibû azadkirin.

Pustên heman beş