Li bajarê Kerkûkê, di encama êrîşeke çekdarî de, serokê eşîreke Ereb hat kuştin.
Li gor berpirsê polîsê hawarhatina Kerkûkê Mazin Mihemed ragihandiye, şeva borî li bajarê Kerkûkê serokê eşîra El Inzî, Şêx Cemal, rastî êrîşa çekdarî hat.
Mazin Mihemed diyar kir, serokê eşîra El Inzî, di wê êrîşê de hat kuştin.
Bi gotina wî berpirsê polîs, ew serokê eşîra Ereb ji aliyê pismamekî xwe ve hatiye kuştin.