Di operasyona Fransayê de 100 çekdarên tundrew hatin kuştin

Di operasyona Fransayê de 100 çekdarên tundrew hatin kuştin

Hat ragihandin ku li welatê Maliyê di operasyonên hêzên Fransî yên bi hevkariya artêşa welêt de, 100 çekdarên tundrew hatin kuştin.

Artêşa Malîyê ragihand ku, di vê mehê de operasyoneke hevbeş ya artêşa Malî-Fransî pêk hatiye û di encamê de 100 çekdar hatine kuştin û 20 jî hatine girtin.

Fermandariya Artêşa Fransî li Maliyê da xuyakirin, qonaxa yekemîn a operasyonê bi perwerdeyê derbas bû û ya duyemîn jî bi derxistina terorîstan ji asêgehên wan ên li Malî heta sînorê Burkîna Fasoyê ve qediya.

Pustên heman beş