Rojnameya Amerîkî the New York Times di hejmara xweya pêncişemî, 28ê çile de nivîsand ku Tirkiye ji dijberên rejîma Tehranê re bûye dojeh û bajarên wê bûne hêlîna kirêgirtî û ajanên ewlehiyê yên rejîma Îranê.
Di raporekê de, rojnameyê hûrgilyên zêdetir derbarê rewşa jiyana dijberên rejîma Îranê li Tirkiyê eşkere kirin û behsa rewşa jiyana hevjînek Amerîkî-Îranî kiriye ku li bajarekî biçûkê peravê li Tirkiyê bi hev re dijîn û her weha behsa vê yekê dike ka bi t awa aramiya van du kesa bi gefên kesên ser bi ewlekariya Îranê hilweşiya û piştî demekê jiyan ji wan re bû kabûsek.
Van hevjîna peyamên gef û tacîzê ji wan kesên ku bawer dikin ew ajanên rejîma Îranê ne li Tirkiyê, stendin.
Rojnameyê bi veguhastin ji zardevê van hevjîna ragihand, ku tirsa ji revandin û kuştina mixalifên Îranê li Tirkiyeyê di mehên dawî de gihaye aste herî xeter.
Xoşro ku piştî zindan kirin, lêdan û êşkence kirinê li Îranê ji ber beşdarî kirin di xwepêşandana çirîya paşîn da ku ji ber zêdebûna ji nişka ve ya bihayê benzînê hatin encamdan ji Îranê reviya ye, ji New York Times re got “ji bo ku em hewcedariyên xwe peyda bikin, em diçin supermarketa herî nêz û vedigerin. Hin ajanên rejîmê dikevin avahiya ku em lê rûdinin, rûyên xwe digrin, û carnan jî li deriyên me dixin.”
Li gorî New York Times, Tirkiye ji ber pêgeha xwe a erdnîgarî ya bi Îranê re, ji mêj ve wekî yekem cîhê xweparastina gelek Îraniya tê hesibandin. Gelek îranî ku ji ber sedemên siyasî ji rejîma Îranê direvin ji derveyî sînor bi rêyên neqanûnî derbasî Tirkiyê dibin û piştre ew ji vî welatî koç dikin welatên Ewropî an dewletên Yekbûîy an Kanada.