Ji pêş otomobîla berpirsê xwe ve 16 kes revandin
Li gundekî Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, 16 welatî ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê ve, hatin revandin.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a EfrînSûriye Îbrahîm Şêxo diyar kiriye, roja 27/01/2021 li gundê Kaxrê yê ser bi bajarokê Mabata, li Herêma Efrînê, çekdarên Koma Emşat, bi hinceta şewitandina otomobîleke berpirsekî wan ê ewlehiyê, li wî gundî, girte ser malên welatiyên gund û 16 kes ji wan revandin.
Herwiha Îbrahîm Şêxo daye zanîn, navê kesên revandî jî eşkere kir û got, kesên revandî ji aliyê wan çekdaran ve hatine îşkencekirin.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a EfrînêSûriye destnîşan kiriye, 2 kes ji wan hatin berdan û azadkirina wan jî bi sedema wê yekê bû ku, bi ji ber îşkenceyê, rewşa wan a tendurustî xerab bû.
Îbrahîm Şêxo diyar kir, 14 kesên din hatin veguhastin bo bajarokê Şiye yê ser bi Herêma Efrînê, ku binkeya sereke ya çekdarên wê komê li wê derê ye.
Navê hemwelatiyên ku ji aliyê çekdaran ve hatine revandin;
Mistefa Mistefa Faq
Semîr Mistefa Faq
Ebdulrrehman Mistefa Faq
Fehmî Elî
Welat Elî
Rifa’î Îsu Îsu
Rênas Hiso Mihemed
Nezmî Himirşu Mihemed
Mihemed Mihemed Fewzî
Rizgar Mihemed Mihemed
Arif Cabu Riyaz
Mihemed Nisu Nezmî
Hemîd Ehmed Xelîl
Faq Îsu
Şiyar Cemîl
Canu Xelîl Ehmed
Gundê Kaxrê, gundekî Çiyayê Kurmênc e li Herêma Efrînê ya ser bi parêzgeha Helebê ve. Li beşê wî yê xwarê, Newala Çerçem û li beşê başûrê rojavayê wî jî, Çemê Çîrkanlî û Mîrkanlî hene. Nêzîkî 300 malbatê li gund dijîn û bi hebûna darên zeytûn, gwîz û tirî naskirî ye.