Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha, heta 30 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Rihayê bi daxuyaniyekê diyar kir, ji 27ê Çileya 2021 heta 25ê Sibatê, li sînorê parêzgeha Riha, bajarok û navçeyên wê xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha, heta 30 rojan qedexe ne.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, bo parastina prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiya yên din, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha hatiye dayîn.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, tenê ew çalakî dikarin wexta qeymeqamên sînorê parêzgeha Rihayê destûrê bidin bên kirin.