PKK e li 3 navçeyên Zapê tê hedef kirin

PKK e li 3 navçeyên Zapê tê hedef kirin

Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, îro çekdarên PKK ê li 3 navçeyên devera Zapê li Başûrê Kurdistanê bordoman kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 29\1\2021an balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên rêxistina PKK ê li 3 navçeyên devera Zapê ya Başûrê Kurdistanê bordoman kirin.

Êrîşê li sat 12:30ê nîvrojê destpêkir û çekdarên PKK ê li her yêk ji çiyayê Xalê, geliyê Konîşka û Şaca hatine hedef kirin.

Balefirên Tirkiyê 4 roket li xalên PKK ê xistin, her çend ku zirarên canî yên vê êrîşê nehatine zanîn, lê belê piştî êrîşê bi taybet li sat 2:30ê otomobîleke PKKê ber bi geliyê Şaca çûye, lewma tê pêşbînî kirin zirar di rêzên çekdarên rêxistinê de hebe.

Pustên heman beş