Arteşa Tirkiyê amadekariya êrîşekî li ser şengalê dike, rêxistina PKKê jî dibêje, heger Tirkiyê vê êrîşê pêk bîne, emê di kûrahiya Tirkiyê de êrîşan bikin!.
Tê pêşbînî kirin, arteşa Tirkiyê gefên xwe yên derbara êrîşa ser PKKê li şengalê bike rastî û li demeke nêz vê êrîşê li dijî rêxistna PKKê dest pê bike, di serdana mistefa Kazimî serok wezîrê Îraqa federal ji bo Tirkiyê de, Tirkiyê ev yek eşkere bi Kazimî re gotîye, hem dem jêre gotiye ku ew bi tu awayî rê nadin, Şengal bibe qendîla duyemîn.
Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî, arteşa Tirkiyê bi balefirên keşfê ev dema çend rojane teqîba navçeyê bi taybet dorbera Şengalê dikin, balefiran keşfa rêya navçeya Mehmûdîyê ji bo Şengalê û Sinûnê kirîye û ev yek îşareteke zelale ji boy nêzîkbûna vê êrîşê, ji ber ku ev tevgerên arteşa Tirkiyê raste rast paş gefên Erdogan yên heftîya rabûrî dest pê kirine dema ragihandî emê şevek ji şevan li Şengalê xweya bibîn, her kes me baş nas dike û dizane em dikarin vê yekê pêk bînin.
Rêxistna PKKê ji bo vê êrîşê çi dibêje
Gelo raste Şengal wê bi derdê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî biçe?
Rêxistna PKKê di dîroka xebata xwe ya çekdarî de bi taybet paş vegerîna Ocalan ji bo Tirkiyê li 15 Şubata 1999an, raste rast ketîye jêr xizmeta Tirkiyê û dev ji armancên xwe yên netewî û kurdistana azad berda, êdî xebata wê ji boy demokratîk kirina Tirkiyê û biratîya gelan dest pê kir, ji wê demê ve, ev rêxistin her çi navçeya têde cî girtî, Tirk kêşî wê derê kirine, rojava Kurdistanê mînakeke herî zelale kanê bi tu awayî di navbera çend rojekan de Efrîn, piştre Serê Kaniyê û Girê Spî dane destê Tirkiyê.
Li derbara êrîşa çaverêkirî ya Tirkiyê, komîta têkilîyên rêxistina PKKê dibêje: “heger ev êrîş pêkhat, PKKe wê berisva Erdogan li nava Tirkiyê bide!”.
Rêxistina PKKê hertim gelê kurd bi wê yekê dixapîne ku tevgeriyana wê li dijî Tirkiyê ye, lê belê, piştî ku di şerê xendekan de li sala 2015an bakurê Kurdistanê wêran krî, piştre rojava kurdistanê radest krî, ew hatîye başûrê kurdistanê û bi hemû hêza xwe li dijî rêveberî û statoya başûr derketiye, êrîşên dawiya sala rabûrî yên ser pêşmergeyên Kurdistanê, teqandina boriya petrolê û terorkirina berpirsên ewlehîya herêma başûr mînakên herî zindîne ji boy vê dijatiya PKKê, zêdebarî hêncet dane dest Tirkiyê ji boy êrîşa Tirkiyê ya xizîrana sala rabûrî bi navê Pence Baz û Pence Piling ku têde pêtrî 50 gundên başûr bi taybet li sînorê parêzgehîya Duhokê hatin çûl kirin û leşkirê Tirkiyê bi kûrahiya 18 kîlometran kêşî başûr krî, paş vê yekê bi destve berdana pêtrî 50 gundan û radestkirina çiyayê herî stratejîk bi navê Heftenînê, li şûna PKKe êrîşî Tirkiyê bike û siloganên xwe yên mezn bike piraktîk û leşkerê Tirkiyê weke çewa di çapemeniya xwe de şikandî li ser erdê û bi awayek piraktîk jî bişkîne, berevajî wê êrîşî pêşmerge û saziyên hikûmî yên herêma başûrê kurdistanê kirin.
Gelo PDKe ye rêkê ji bo arteşa Tirkiyê xweş dike, yan jî PKKe?
Hikûmeta Başûrê kurdistanê ji ber dû amancên sereke li derbara Şengalê peymanek bi Hikûmeta Bexdayê re îmze kir, armanc evin:
1-Avedan kirina Şengalê û vegerîna awareyên Êzdî ku hêjan di kampan de jiyaneke pir bi êş derbas dikin.
2-Derketna çekdarên PKKê ji şengalê ji bo ku çi hêncet ji boy arteşa Tirkiyê nemînin êrîşê pêkbîne.
Lê belê ji ber ku ev peyman ne di berjewenda PKKê de ye, rêxistin bi hemû hêza xwe li djî peymanê derket, medya xwe bi awayekî qirêj li dijî Hikûmeta Başûr erkdar kir, Êzdî yên şengalê xapandin, ew tenê bo dema 24 saetan ji şengalê derket û piştre cilên heşda Şebî li xwe kirin û vegerîn baregehên xwe, ya rast mebesta PKKê ji dijatiya peymana şengalê bi vê wateyê tê:
1-PKKe ji şengalê dernakeve, ji ber ku ew vegerîna pêşmerge qebûl nake, lê belê qebûl dike Şengal di destê Heşda Şebî de be û ‘eskerên Tirk bikevin têde.
2-PKKe dixwaze hêncetekê bide destê Erdogan ku êrîşê şengalê bike.
PKKe dibêje heger êrîş pêkhat, emê şer bibin di kûrahiya Tirkiyê de, lê belê her kes dizane ev dereweke bi şax e, ji ber ku wexta Erdogan gefa êrîşa ser Efrînê jî krî, Murad Karaylan yek ji rêveberên PKKê got: “ger Tirkiye êrîşê bike emê bajarên Tirkiyê bişewtînin, emê şer bibin nava metropolên Tirkiyê de, ger şerefa Erdogan hebe ewê were!” lê belê dawyê Efrîn û piştre bajarên din yên rojava welat di nava çend rojan de dane destê Tirkiyê, û baş xweya bû kî bi şerefe û kî bê şerefe.
Loma tê pêşbînî kirin şengalê jî di navbera çend saetan de bidin destê Tirkiyê û dîsa ezman ji pêyan dirêjtir derkevin ser çapemeniyê û bas li lehengiya xwe ya sexte û bê şerefî ya xelkekê bikin. Gelo qey şeref li cem PKKê çiye?!!
Belê emê bi çavê serê xwe bînin ku PKKe nikare yek gulle jî li Stenbolê û Enqerê bi teqîne, lewma PDke û rêveberiya Başûr hemû hewlekê ji boy rêgirtinê li pêkhatina êrîşa ser şengalê dikin, lê belê PKKê sûnd xwariye ji şengalê dernekeve û li ber van hewlên PDKê bi dij derkeve, bi gotneke din: PKKê sûnd xwarîye Şengalê bi derdê Efrînê û serê Kaniyê bibe.
PKKe bi tu awa rojevê diguherîne?
Jêr bi jêr Tirkiyê kêşî Şengalê dike û eşkere ji PDKê dixwaze dev ji sîxuriyê ji bo Tirkiyê berde
Digel gefên Tirkiyê yên nêzîkbûna operasyona ser şengalê, Cemîl Bayîk endamê konseye birêvebir ya KCK ê roja înî 29/1/2021an li STÊRK TV derket û bang li PDKê kir ku dev ji sîxurî ya ji bo Tirkiyê berde, Bayîk got: tu pirsgirêka me li gel statoya Başûrê Kurdistanê û pêşmergehan nîne, em wan qebûl dikin.
Pirsa li vir ser hil dide eve, gelo PKKê li ç demekê hebûna pêşmergehan qebûl kiriye heya ku ji nû ve qebûl bikin, dev cînayetên rêxistina PKKê yên serdema bizava rizgarîxwaziyê di rasta pêşmergehan de berde, emê tenê behsa sala rabûrî bikin kanê PKKê çend caran bi terzê terorîstan êrîşî pêşmergehan kir û li Çemankê, Kanî Masê û Sihêla şehîd xistin, ji xwe ma qey Aldar Xelîl bi telîmatên Qendîlê û şexsê Cemîl Bayîk berîya çend rojan pêşmergeyên roj bi çete nav nekiribûn?.
Ya rast PKKe hertim hewl dide şaşitî û sîxuriya xwe ya ji boy Tirkiyê, Îranê û Sûriyê bike kinceke li ber PDKê û rêveberiya başûr, heger na Cemîl Bayîk û tevahiya rêveberên PKKê ji her kesî baştir dizanin ku heger ew ji şengalê dernekevin, êrîş wê were kirin, ew ji her kesî baştir dizanin ku PDKe hewl dide rêyê li vê êrîşê bigre, lewma Cemîl Bayîk ji bo ku vê pîlana rêxistnê bipeçine, hatîye û bang li PDKê kirîye ku dev ji sîxuriya ji bo Tirkiyê berde.
PKKe baş dizane ku têkilîyên wê bi Tirkiyê, Îranê û Sûriyê re casûsî û ajenî ye, loma wê tirs ji têkilîyên her alîyekî bi van dewletan re heye, ew difkire ku her aliyekê têkilî çêkirin ew sîxuriyê dike, Cemîl Bayîk jî têkilîyên rêveberiya başûrê kurdistanê bi dewleta Tirkiyê re bi ajenî dibîne, ew fêm nake ku curên têkilîyan hene, yên rêveberiya başûr jî li ser bingeha abûrî û bazirganiyê bi Tirkiyê re hatine ava kirin, ji xwe mezintirîn deryê sînor yê bazirganiyê li Îraqê li Başûrê Kurdistanê ye.
Emê bîra Cemîl Bayîk û rêhevalên wî yên KCKê li gotina rêberê wan anku Apo bînin wexta li 15 Şubata sala 1999an dema ku hatîye desteser kirin û vegerandin ji bo Tirkiyê çi gotbû, ma qey Apo negotibû ez ji boy xizmeta Tirkiyê amademe, ma qey negotibû dayka min jî Tirk û ez ji Tirkiyê hez dikim, belê Apê Cemîl ji xwe zaten gotbû ezê rêxistna PKKê ji boy xizmeta Tirkiye yek demokratîk erkdar bikim.
Li dawyê em ji Apê Cemîl re dibêjin ew kincê genî yê Apo bi navê biratiya gelan li ber xwe û hemû grûpa Enqerê krî, ew kincê ku têde kurd weke koleyên ser dema Roma kevin tên dîtin nikarin li ber partîyeke weke PDKê bikin, gel êdî hişyare û dizane biratiya gelan ji boy kurdan ji bilî koletiyê ti tişteke din li pey xwe naîne.