Asayîşa PYD ê gulle berdan xwepêşandêran

Asayîşa PYD ê gulle berdane xwepêşanderan

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê alozî di navbera hêzên asayişê û Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve derketiye û tê gotin ku kesek jî hatiye kuştin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, îro roja yekşemî li bajarê Hesekê hejmarek ji alîgirên rêjîma Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser derketin xwe pêşandanê, Piştre alozî di navbera endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve û endamên asayişê de derket.

Rewangeha Sûrî diyar kir, di encama aloziyê de gule hatin berdan û dengê teqeyan hat bihîstin û di encamê de kesek hate kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, ji ber ku hêzên rêjîma Sûriyê herêma Şehbayê û taxên kurdan li Helebê xistine dorpêçê û rê nade xwarin û sotemenî derbasî wan deveran bibe, ev zêdetir ji 20 rojan e jî hêzên asayişê çargoşeya ewlehiyê «herêmên rêjîma Sûriyê» li nava bajarê Qamişlo û Hesekê xistine dorpêçê û fişarê li rêjîma Sûriyê dike ji bo dorpêça li ser herêma Şehba û taxên kurdan li Helebê veke.

Pustên heman beş