Rêveberiya xweser bersiva mijara çekdarkirina zarokan da

Rêveberiya xweser bersiva mijara çekdarkirina zarokan da

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bersiva daxuyaniyên berpirsên rêveberiya Şamê yên derbarê çekdarkirina zarokan ji aliyê rêveberiyê û HSDê ve daxuyanî da.

Rêveberiya Xweser ragihand, “îsal 11 zarok û bi giştî heya niha 116 zarok ji leşkeriyê hatine vegerandin.”

Rêveberiya Xweser gotinên Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê û Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî ku gotibû, HSD zarokan tevlî hêzên çekdar dike red kir û da xuyakirin ku ew yi gorî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY bo zarokan tevdigerin û ji ber wê jî heta niha 116 zarok ji leşkeriyê hatine vegerandin û radestî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hatine kir daku xwendina xwe temam bikin.

Rêveberiya Xweser û HSDê Hezîrana 2019an bi Neteweyên Yekbûyî re li dijî çekdarkirina zarokan peymanek îmze kiribû û piştre jî Ofîsa Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî li Rojavayê Kurdistanê hatibû damezrandin ku karê wê şopandina mijara çekdarkirina zarokan û vegerandina wan e.

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku bi rêya Ofîsa Parastina Zarokan, sala 2020ê 28 zarok hatin vegerandin nav malbatên xwe û sala 2021ê jî 11 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku ji dema rêkeftina di navbera HSD û Netewên Yekbûyî de, ew kar dikin ji bo ku zarokan vegerînin û wan teevlî hêzên leşkerî nekin.

Pustên heman beş