Operasyoneke mezin li dijî PKK ê destpêkir

Operasyoneke mezin li dijî PKK ê destpêkir

Arteşa Tirkiyê îro dest avêt operasyoneke berfireh li dijî rêxistina PKK ê û pêtirî 1400 eskeran li sînorê Bidlîs û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê erkdar kirin.

Li gor agahiyên destê me, îro roja sêşemî 2/2/2021an, 1453 esker, cendirme û hêzên ewlehiyê li sînorê he yêk ji parêzgehiyên Bidlîs û Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, qûnaxa 6 ya operasyona bi navê Eren li dijî rêxistina PKK ê dest pê kir.

Ev operasyon arteşa Tirkiyê ji bo bîranîna zarokê bi navê Eren bulbul li serê vê salê dest pê kirîye ku hêla çekdarên PKK ê ve hatbû kuştin.

Hêja gotinê ye, qûnaxa yekemîn ya vê operasyonê li parêzgehîya Agirî, qûnaxa dûyemîn li Amedê, qûnaxa sêyemîn dîsa li Agiriyê, çar li Mûşê û qûnaxa pêncemîn jî li Mêrdînê hatine meşandin.

Pustên heman beş