Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan HDP ê, Pervîn Boldan û Mîthat Sancar, bi serokê parilmena Tirkiyê Mistefa Şentop ra kom bûn, biryara dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê li derbara Demîrtaş yêk ji melefên nîqaşê bû.
Sancar piştî hevdîtinê got: “Hindî ku siyaseta demokratîk zindî be, hêvîyên çareserkirina kêşeyan jî zindî dimîne” her wiha eşkere kir wan xwest parilmena Tirkiyê roleke zêdetir di çareserkirina prisgirêkan de bileyze.
Li derbara hevserokê berê yê HDP ê Selahetîn Demîrtaş, Sancar got: “Dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê ji bo hevserokê berê yê HDP ê Demîrtaş biryara berdanê daye û da zanîn ku wan ji Şentop re gotîye ew li bendê ne ku kêşeyên wusa werin çareser kirin”.
Sancar girêday mijara biryara dadgeha Ewropayê ji serokê parilmenê re zelal nekir ku pêwîste ev biryara were cî bi cî kirin û demîrtaş serbest were berdan û tenê jêre got: “Em li bendê ne kêşeyên wusa werin çareser kirin”!.