Li Qendîlê 10 çekdarên PKKê tên kuştin

Li Qendîlê 10 çekdarên PKKê tên kuştin

Di êrîşa îro ya dewleta Tirkiyê de ku li sînorê qeza Pişder ya Başûrê Kurdistanê pêkanîye, 10 çekdarên rêxistina PKK ê hatine hedef kirin.

Îro roja sêşemî 2/2/2021an, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKK ê li gundê Şênê li sînorê qeza Pişder ya girêdayî parêzgehîya Silêmaniyê ku ev gund dikeve sînorê Qendîlê, bordoman kir.

Di êrîşê de ku li saet 11:00 pêş nîvrojê hat pêk anîn, 10 çekdarên rêxistina PKK ê hatine hedef kirin û hemûyan can daye.

Êrîşa îro ya gundê Şênê, zirarên mezin bi malên şêniyên gund xistine.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku 10 çekdarên PKK ê di êrîşê de hatine hedef kirin, rêxistina PKK ê jî tu agahî li derbara êrîşê û ji dest dayîna çekdarên xwe nedane.

Pustên heman beş