Li Tirkiye ji roja roj heta niha her demekî car carê behsa çêkirina desturek nû tê kirin. Lê tu cara ew destûra ku behsê tê kirin nehatiye çêkirin û mijar heta demekî dibe babetek a gotubêjê û cardin tê girtin.
Niha cardin serokkomarê Tirkiye da xûyakirin ku, eger mixalefet jî amade be em dikarin komisyonek hevbeş avabikin û li ser çêkirina desturek nû kar bikin. Emê ewilê şirîkê xwe re biaxêvin û piştre behsa projeya çêkirina destûrê bikin.
Bê guman ev daxûyaniya Erdogan di cih de rojev guhert û guhertina destûrê yan jî çêkirina destêrek nû bû babetek sereke di rojeva Tirkiye de. CHPê di cihde bersiva Erdogan da ê got: Erdogan dixwaze rojevê biguhere. Ew îrade Erdogan re tuneye desturek nû çêbike.