Îro roja sêşemê medyaya Iraqê rexne li hikûmeta demkî ya Bexdayê û Wezareta Dadê ya Iraqê girt ji ber ji bo gendelkerên vê dema dawiyê hatiye zindakîkirin zindaneke 5 stêrk dabîn kiriye.
Ligor medyaya Iraqê belav kiriye, berpirsekî Wezareta Dadê aşkere kiriye ku heryek ji rêveberên xanenşîniya Iraqê û rêveberê kompanyaya Kî kard ku di van demên dawî de bi tohmeta gendeliyê hatine zindanîkirin li holeke taybet dimînin û weke hotelekê ye û her pêwîstiyeke jiyanê tê de heye.
Herwiha berpirsê Wezareta Dadê ji medyaya welatê xwe re ragihandiye ku ev xizmetguzariyên taybet ji bo berpirsên gendel hatine dabînkirin li ser daxwaza Wezîrê Dadê pêk hatiye.
Herwiha wî berpirsê Iraqê aşkere kiriye ew herdû berpirsên di nava zîndanê de bi awayekî berdewam pêşwazî li mêvanên xwe yên taybet dikin û bi taybetî ligel berpirsên dewletê dicivin.
Dadgeheke Bexdayê biryara 6 sal zindanê ji bo Rêveberî berê yê Desteya xanenşînîya Iraqê Ehmed Hûsên û Rêveberê Kompanyaya Kî kard Ebdul Hûsên jî 4 sal zindan birî.