HDP e: Demîrtaş ji ber têkoşîna li dijî AKP ê bi dîl hatîye girtin

HDP e: Demîrtaş ji ber têkoşîna li dijî AKP ê bi dîl hatîye girtin

Hevserokê berê yê HDP ê Selahetîn Demîrtaş, îro li Stanbolê tê dadgeh kirin û hejmareka mezin ji endam û rayedarên HDP ê li pêş dadgehê kom bûne.

Îro roja çarşemî 3/2/2021an dadgeha Selahetîn Demîrtaş li bajarê Stanbolê birêve diçe û bi tometa sivikkirina bi wezîrê Tirkiyê yê berê Ehmed Dawdoxlu, hejmareka mezin ji endam û rayedarên HDP ê li pêş dadgehê kom bûne.

Demîrtaş berî 5 salan di zîndanê da wek dîl hatîye girtin, HDPe dbêje: Selahetîn Demîrtaş û hevalên me yên dî ji ber ku li hember AKP ê û MHP ê têkoşîn meşandine, hatne girtin, dadgaha mafên mirovan ya Ewropayê jî ev yek qebûl nekirîye û daxwaz ji Tirkiyê kirîye were azad kirin.

Selahetîn Demîrtaş di 4ê mijdara 2016an de li gel hevseroka HDP ê Fîgen Yoksekdax û 9 perlemantarên din, bi cînayeta “endambûna rêxistineke terorê” hatbû binçavkirin û piştre bo girtîgeha Edîrneyê hatbû şandin.

Dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê aşkere kirbû, zindanîkirina Selahetîn Demîrtaş li dijî 5 madeyên peymana mafên mirovan ya Ewropayê ye û divê Demîrtaş demildest were berdan, lê belê Ardogan ev yêk red kir û got ku ew bi tu awayî guh naden biryara dadgeha Ewropayê.

Pustên heman beş