Xaniyên Kurdên Efrînê bi çeteyên ji Lîbyayê vegerîn tên danyîn

Xaniyên Kurdên Efrînê bi çeteyên ji Lîbyayê vegerîn tên danyîn

Çetyên girêday Tirkiyê li ser destidrêjîya li ser mal û mulkê gelê Efrînê berdewamin û ev çend rojin xanî û erdê çandinê yê welatiyên vê herêma Rojavayê Kurdistanê ji wan distînin, hejmareke zêde ya xaniyên Kurdan bi çeteyên ku ji Lîbyayê vegerîne, tên danyîn.

Li gor agahiyên destê me, Çekdarekî ji milîsên “Lîwa Mutesim” 2 şiqeyên niştecihiyê yên şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Kalo ji gundê keferzîtê yên navçeya Cindirêsê bi 2000$ firotin ku her du şiqe jî li dorhêla dibistana Meyselon li taxa Eşrefiyê dikevin.

Her wiha heman çekdarî berî ku ji Efrînê derkeve û berê xwe bide Tirkiyê mala şêniyekî bi navê Rizgar Mehmûd li dorhêla dibistana Meyselon bi 1300$ firot.

Çekdarekî ji milîsên “Lîwa Semerqend” mala şêniyekî bi navê Mihemed Elo ji şêniyên gundê Avrazê li taxa Mehmûdiyê(beşa jorîn) a bajarê Efrînê bi 800$ firot. Çekdar ji parêzgeha Hema ye, wî maleke din a şêniyekî Kurd bi navê Şêxmûs Mihemed bi 1000$ firot niştedagîrekî Idlibî ku mal li dorhêla avaniya(desteya parastinê) ya berê, li nêzîkî daristana Mehmûdiyê dikeve.

Koma yê bi navê “Ebû Zahî” yên “Cebha El-Şamiyê” jî, 6 şiqe li avaniyeke niştecihiyê ku hêjî bi serî nebûye li taxa Eşrefiyê firotin. Her şiqeyek bi 450$ hat firotin.

Milîsên “Mecid El-Îslam” jî gelek taximên xanîberiyê li dorhêla nexweşxaneya Dêrsim bi bihaneya ku yên PYD ne firotin, lê belê di rastiyê ew taxim ango erd ên şêniyên Kurd in ku nave xwediyê yekî ji wan hat naskirin û ew jî Mihemed Dîbo . Şênî Mihemed Dîbo li ba ya bi nave komîteya vegerandina mafan gilî kir, lê belê komîteyê jib o vegerandina erdê wî 4000$ xwest.

Li taxa Efrîna kevn, niştedagîrekî ji Xûtayê tevî ku xwediyê malê li ba ya bi navê komîteya vegerandina mafan gilî kir, lê dîsa jî razî nebû ku ji mala şêniyê bi navê Mistefa Mihemed ji gundê Keferşîlê, derkeve.

Milîsên “Rîcal El-Herb” jî gelek mal li taxa Eşrefiyê ku di bin kontrola wan de ye firotin çeteyên xwe yên ji Lîbya vegerîne ku wan jî, ji aliyê xwe ve bi kirê dan çekdar û niştedagîrên din. Ji nava wan malên firotî, 2 mal ên şêniyê bi navê Mihemed Berekat in û bi 2200$ hatin kirîn.

Şivanên niştedagîr jî, erdên çandiniyê yên li nêzîkî pira nû li navîna bajêr dikevin desteser kirin û konên xwe lê danîne ku ji xwe re diçînin û xwediyên wan erdan jî ev in; Fiyo, Zilfo û Xûbarî ne.

Pustên heman beş