Li Bakurê Kurdistanê dengên partiyekê zêde bûne, yên 2 partiyan jî kêm bûne

Li Bakurê Kurdistanê dengên partiyekê zêde bûne, yên 2 partiyan jî kêm bûne

Kompaniya Lêkolîn û Rapirsiyan Rawestê li bakurê Kurdistanê rapirsînek derbarê guherîna dengan bo hilbijartinan çêkir ku tê de derketiye holê, dengên AKP û HDPê li gorî hilbijartinên berê kêm bûne û yên CHPê cara ewil zêde bûne.

Rawestê rapirsîna xwe ji bo meha Çile li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Wanê çêkiriye ku bi awayekî rûbirû bi hezar û 497 kesan re hevdîtin hatine kirin.

Ji beşdarên rapirsînê pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê çi ye û meyla we ya siyasî çi ye hatine pirsîn.

Li gor rapirsiya Rawestê, AKP ji sedî 34,7an daketiye ji sedî 28,5an û 6 pûan ji dest dane, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji sedî 52,4 daketiye 50,5ê û 2 pûan kêm kiriye.

Herwiha CHP ku di hilbijartinên herêmî de ji aliyê HDPê ve piştevaniya wê hatibû kirin, dengên wê li Bakurê Kurdistanê zêde bûne û di 2018an de ku rêjeya dengên wê ji sedî 2,5 bû, niha gihîştiye nêzîkî sê qatan û bûye ji sedî 7,4.

Li gorî encamên rapirsînê pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyê aborî ye ku ji her sê kesan yekî ew bersiv daye û rêjeya kesên di çend salên dawî de rewşa wan a aborî têk çûye jî ji sedî 67 derketiye.

Dîsa li gorî rapirsiya Rawestê AKP li Bakûrê Kurdistanê hêza xwe winda dike û ji 100 kesên 2018an deng dane AKPê 25 kes ji wan ji partiyê dûr ketine.

Di rapirsiyê de derketiye holê ku dengên Partiya DEVA ya Alî Babacan ji sedî 5 û yên Partiya Pêşerojê ya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî ji sedî 3,1 e.

Pustên heman beş