PKK e difikre Ardogan li gundên Şêladizê ye!

PKK e difkre Ardogan li gundên Şêladizê ye!

Ji êkî vê mehê ve, bi sedema liv û tevgerên çekdarên PKK ê li nava gund û dorbera bajarokan, dewleta Tirkiyê 3 caran gundên Başûrê Welat bordoman kirine, zirara êrîşan tenê bi şêniyên gundan ketine, PKK e bi enqest xwe nêzî gundan dike, dixwaze weren çol kirin û bibin meydana şer, ew wusa xwe nêzî gundan dike her weke ardogan û artêşa xwe di wan gundan deye û difikre wê Enqere û Stanbol xistine dorpêçê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, di êrîşa êvara duh roja înî ku balefirên cengê yên Tirkiyê li sînorê navçeya Şêladizê pêkanî bû, hereketa çekdarên PKK ê bi roketekê hatîye hedef kirin.

Êrîş li sa’et 5:45 berbangê çêbûye, wexta ku balefiran aqarê gundê Sîdan li devera Nêrwe û Rêkan bordoman kirî, ev gundê ku li sala rabûrî derdeseriyên herî mezin ji destê PKK ê jiyan kirîn.

Bi sedema êrîşên ser PKK ê, pêtirî 6 şêniyên gundê Sîdan li sala rabûrî şehîd ketine, 4 jê ji yek malbatê ne.

Êrîşa herî mezin ya vê heftiyê li Xwakurkî  û Qendîlê pêkhatibû û balefiran li van herdû navçeyan 10 çekdarên PKK ê qetil kirin, lê belê di vê êrîşê de zirarên mezin bi gundê Şênê yê girêday qeza Pişder ser bi parêzgeha Silêmaniyê ketin, roketên balefiran çendîn xanî li vî gundî xerab kirin.

Partîya Karkerên Kurdistanê herku diçe hereketa çekdarên xwe têxe nava gund û nêzî bajarokan, PKK e vê yekê bi enqest dike ji bo ku gundên Başûr bibin meydana şer û ji şênîya werin vala kirin, bi sedema vê taktîka bi amanc ya PKK ê, ji xizîrana sala rabûrî ve, artêşa Tirkiyê pêtirî 30 nuqteyên xwe li Başûrê Welat zêde kirine û pêtirî 50 gundan hatine çol kirin, PKK e jî vê yêkê ji bo xwe bi berxwedan û destkeftî hesab dike, her weke wê ev gund ji dagîrkeran rizgar kirî, lê ya rast ev lojîkê Biratîya Gelan e, anku xaka xwe weke diyarî bide birayê xwe yê Tirk!!.

Wusa diyare li ber PKK ê wund bûye, ji ber ku vê rêxistinê gotibû heger Ardogan êrîşa ser Efrînê pêk bîne, emê şer bibin nava Enqerê û Stanbolê, lê belê wê şer nêzî bajarokên Başûrê Kurdistanê kir, difikre Şêladizê Stanbol û Enqere ye!.

Pustên heman beş