Li Iraq12 milyon kes li bin hêla hejariyê dene 

Li Iraq12 milyon kes li bin hêla hejariyê dene 

Kurte vîdyo yeke ku di torên medyaya civakî ya li Iraqê de belav bû rûyê hejariyê li Iraqê derdixe holê. Di wê vîdyoyê de jinek li ser zibilxaneyan li xwarinê digere.

Herçend Iraq li ser deryaya neftê be û ji aliyê neftê ve yek ji dewlemendtirîn welatê cihanê jî be ji ber gendelî û qeyranên navxwe û berpirsên gendel û îdare û nebûna planeke aborî û bi hederdana çavkaniyên darayî, Iraq ber bi qeyranên mezin û rûxanê ve diçe.

Pisporê aborî yê Iraqê Mehmûd Daxir aşkere kiribû ji ber belavbûna Koronayê û bihabûna bihayê dolar beramber dînarê Iraqê 12 milyon kes li Iraqê li jêr hêla hejariyê de ne û jiyana xelkê hejar gelekî giran bûye.

Mehmûd Daxir daye zanîn beriya hatina Koronayê li Iraqê rêjeya hejariyê li Iraqê 8 milyon kes bû û ji ber daketina nirxê dînarê Iraqê beramber dolar niha rêjeya hejariyê li Iraqê bûye 12 milyon kes.

Pustên heman beş