Li Omeryan a Mêrdînê operasyon destpêkir

Li Omeryan a Mêrdînê operasyon destpêkir

Hat ragihandin ku li devera Omeryan a Mêrdînê piştî qedexeya bo koronayê careke din qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin û operasyoneke leşkerî hat destpêkirin.

 Omeryan dikeve nav sînorên bajarokên Mehsertê, Nisêbîn û Artuklu yên bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê.

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku roja Yekşemê 7ê Sibata 2021ê ji demjimêr 05:00ê berê sibehê ve ji ber operasyona leşkerî li herêmê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin; li gundên Kurika Çeto, Qurdîsê, Dara û Qesra Ehmed ên Artuklu, Xerabê Baba, Cinata Muho, Cinata Hiso, Qûzo û mezraya Kuşkayasi yên Nisêbînê û herwiha Haciya Mehsertê ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketina derve heye.

Pustên heman beş