Sibe deriyê Sêmalka wê li pêşya rêwiyan bê vekirin

Sibe deriyê Sêmalka wê li pêşya rêwiyan bê vekirin

Piştî 4 rojan ji girtna deriyê Sêmalka, careke din rêveberiya deriyê Sêmalka têkildarî mijara girtina deriyê sînorî yê Sêmalka ragihand ku ji roja duşemê 8ê Sibata 2021an derî careke din dest bi karê xwe dike, da ku rêwî derbas bibin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka diyar kir ku rojên şemî, duşem, çarşem ji bo derbasbûna rêwiyan hatin diyarkirin.

Pêş niha rêveberiya deriyê Sêmalka di 3yê sibatê de giştînameyek weşandibû, tê de girtna deriyê sînor ji hêla başûrê kurdistanê ve ragihandibû.

Ev derî li roja 4/2/2021an jiber danîna sîstemeke guncayî ji boy çûn û hatina rêwiyan hatbû girtin.

Pustên heman beş