Mîlîsên Îslamî revandinan Kurdan helal kirîye

Mîlîsên Îslamî revandinan Kurdan helal kirîye

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li gundê Kefersefrê û Duraqliya, 7 şêniyên Kurd di çarçoveya siyaseta tengavkirin û koçberkirinê de bin çav kirin.

Di vê derbarê de Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Semerqend”, roja Înê 5`ê Sibatê 2021 bi ser gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê de girt û 5 şênî bin çav kirin ku nasnameyên wan hêjî ne xuya ne.

Navên şêniyên ku hatine revandin wiha ne; Ehmed Hesen Mamed, Hesen Hisên Has, Mûrad Seydo Xelo, Ebdo Mihemed Mecîd, Mihemed Xelîl Mûrad

Kesên binçavkirî hatine girtin, bêtirî carekê ji aliyê çekdarên Ixwanî ve hatine revandin ku her carê jî beramberî berdana wan fidyeyên malî distandin.

Ji aliyekî din ve çekdarên ji “Lîwa Siqûr El-Şemal” 4`ê Sibatê 2021 li gundê Duraqliya yê Şera, şêniyê Kurd bi navê Mihemed Mihemed Zîbo û kurê wî Umer Zîbo ji ber ku fidye neda bi tawana peywendiya bi Rêveberiya Xweser re revandin.

Pustên heman beş