Civînên Rojava bi garantoriya Amerîkayê dest pê dikin

Civînên Rojava bi garantoriya Amerîkayê dest pê dikin

Li Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên qonaxa sêyemîn a navbera partiyên PYNK û ENKSê hefteya pêşîya me bi amadebûna nûnerên Amerîkayê dest pê dikin.

Ji ber hilbijartinên seroktiyê yên Amerîkayê û hinek pirsên navxweyî danûstandinên yekrêziyê di navbera PYNK û ENKSê de ev demek dirêj bû rawestiyabûn.

Çend roj berê hevdîtinên ji bo amadekariya qonaxa sêyem ligel nûnerên Amerîkî bi herdu aliyên ENKS û PYNK re dest pê kiribûn, lê bi awayekî fermî hatiye ragihandin ku hefteya bê civînên herdu aliyan bi garantoriya Amerîkayê dest pê dikin.

Li gorî hinek çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, PYD ji ber ku PKK naxwaze hevdîtinên yekrêziyê bi ser bikevin niha bê dil tevdigere û Amerîka jî fişarê li aliyan dike daku gotûjên ENKS û PYNKê bigihîn encamê û rêkeftin were kirin.

Hêjayî gotinê ye, qonaxa sêyem a danûstandinan mijarên gelekî hesas li xwe digire ku yek ji wan beşdarbûna ENKS di nav rêveberiya Rojava de û ya din jî vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş