Çavkanîyekî tayîbet ji nava bajarê Şingalê ragihand, ew koçberên ji kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyane Şingalê, dixwazin dîsa vegerin kampan.
Li gorî agahiyên ji Şingalê ji boy ropela me hatîne şandin xweya dibe ew koçberên Şingalê yên ku beriya niha vegeriyabûn Şingalê, poşman bûne û dixwazin dîsa vegerin kampan.
Koçberên ku li sala 2014an ji Şingalê derketbûn û li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê di nava kampan da jiyan dikir, piştî lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê ji boy avedankirina Şingalê û normalkirina rewşa wê ya îdarî û derketina hêzên çekdar yên ne yasayî, hejmarek ji malbatên Êzdî vegerîn Şingalê, lê niha û piştî bûrîna demekî kurt ew malbat ji ber nebûna xizmetguzarî û xerabiya rewşa ewlehiyê û nebûna delîvên kar kirinê dixwazin dîsa vegerin kampan.
Li gorî agahiyên berdest, rojane ew malbatên ku vegeriyane Şingalê, pêwendiyê bi rêxistin û saziyên civaka sivîl yên herêmî û biyanî ku karê wan peyweste bi koçberan ve dikin dîsa wan malbatan vegerînin kampên herêma kurdistanê.
Ji ber hêzên çekdar yên ser bi PKK ê û heşda Şebî ku heya niha li dijî hemû biryar û lihevhatinên di navbera Bexdayê û Hewlêrê tev digerin, Şingal weke kampeke leşkirî xweya dike û jiyan têde pirr zehmet ketiye, bi awayekî ku her kes ji jiyana xwe bi gomane, her weha tirsa wan ji wê yekê heye ku zaroyên wan ji hêla van hêzan ve bên revandin, yanjî bi sedema hebûna wan hêza Tirkiye êrîşî Şingalê bike û canê wan careke din bikeve xetereyê.