Serokê Amerîkayê Joe Biden, bersiv da daxwaza rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney ku ji bo vegera li peymana atomî gotibû, ‘Bila pêşî Washington dorpêçên ser me rake’.
Serokê Amerîka Joe Biden ji televizyona CBS a Amerîkî re axivî û ragihand, ji bo vegera gotûbêjên peymana nukleerî dorpêç nayên rakirin, lê divê ji bo dorpêç rabin pêşî Îran dewlemendkirina ûranyomê rawestîne.
Xamaney piştî hatina ser kar a Joe Biden gotibû, heger Amerîka dixwaze em vegerin ser sozên xwe yên peymana atomî, divê di pratîkê de pêşî dorpêçên aborî yên ser Îranê werin rakirin û ger û ger em bibînin bi rastî ev yek pêk hatiye em dê vegerin ser sozên peymana atomî.