Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, ji ber ku Tehran rêzê li bendên peymana atomî nagire, cezayên li ser Îranê nayên rakirin.
Di hevpeyvîna li gel kenala CBS de ku roja yekşemê hatiye weşandin, pirsa derbarê ew şiyan hene ku siza ji ser Îranê rabin û Tehran vegere ser maseya danûstendinan bo berdewamkirina lihevhatina sala 2015ê, Serokê Amerîkayê Joe Biden di bersiva xwe de got: “Na”.
Dema ku ji Biden hat pirsîn ku divê Îran “pêtandina uranyumê rawestîne “Biden serê xwe dihejîne bi wateya ku “erê divê wiha be”.
Piştî danûstandinên dirêj û dijwar sala 2015ê Amerîka li gel Îranê gihabû rêkeftinekê ku Îran nebe xwedî çekê atomî. Çîn, Rûsya, Almanya, Fransa û Brîtanya rêkeftin li gel Îranê îmze kir.
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump sala 2018ê xwe ji wê peymanê vekişand û bi xeraptirîn lihevhatin binav kir û da zanîn ku rêkeftinek ne temam e û vekişîna Amerîka ji wê peymanê bi kontrolkirina “tevgerên Îranê yên li Rojhilata Navîn ve girêda”.
Piştî vekişîna ji peymana atomî ya bi Îranê re Trump hejmarek sizayên giran li ser Komara Îslamî ya Îranê ferz kirin, pêşî ew siza li ser Îranê hatibûn sistkirin ji ber pêgiriyên wê bi peymana 2015an.
Serok Biden, soza vegera peymana atomî dabû eger ku Îran bi temamî pêgiriyê bi şert û mercên peymana atomî ya 2015ê bike. Lê roja Yekşemê rêberên Îranê bi taybetî rêberê olî û berpirsê sereke Ayetullah Elî Xameneyî got: “Eger ku bixwazin Îran pabend be, divê ku Amerîka hemû sizayên li ser wê hilîne”.