Çekdarên yekîneyên parastina gel balê leşkirî yê partîya yekîtîya demokratîk, zaroyekê Kobanê revandîye û çarenivîsa wî nediyare, dayika wî peyamek vîdyoyî parvekirîye û têde bang li PYDê dike zarokê wê azad bikin.
Li gorî agahiyên destê me de, li rojên rabûrî çekdarên YPGê zaroyekê kurd yê bi navê Ednan Mihemed Remê ji bajarê Kobanê yê Rojava Kurdistanê revandîye û bi darê zorê kêşî nav rêzê YPG ê kirîye.
Paş revandina vî zarokî, dayika Mihemed di vîdyo yekê de derketiye û bang li YPGê dike zarokê wê azad bikin.
Dayika Mihemed dibêje: kurê wê temen 15 salî ye, ew li êvarê revandin, hevrêyekê kurê min li wir bû dema hatîye revandin, wan jêre got heger tu bi axvî emê te winda bikin û bila haya te ji xwe hebe.
Dayika Mihemed herweha gotina xwe weha dewam kir, wexta ku em çûne navenda YPGê û me pirsa kurê xwe kirî, wan ji mere got tu tiştekê we li vir nîne û ji vir derkevin.