PKKe li Swêd ê jî li dijî navê kurd û ala Kurdistanê tevgeriya
Tîma DALLKURD ku tîmeke futbolê ya navdara Kurda ye li wilatê Swêd û ji aliyê hinek ciwanên kurdperwer û pirr hêz û hestên netewî ve li herêma (Dalarna) li wilatê Swêd hatiye ava kirin, û di demekî hindik de kariye encamên pir baş bi dest xwe ve bîne, yek ji baştirîn encamên wê jî gihiştina wê bûye ji bo lîga futbolê ya Swêdê.
Swêd bi xwe jî wilateke azad e û take wilat e li hemû cîhanê ku zimanê dayikê mîna her mijareke din a zansitî bi awayekî fermî li dibistanên dewletê tê xwendin, her van şert û mercên azad wisa kiriye ku koçberên li Swêd ê jiyan dikin li ziman, çand û kiltûra xwe xwedî derkevin û bi alîkariya saziyên fermî yên vî wilatî tîm û komeleyên xwe ava bikin û li çand, kiltûr û nasnameyên xwe yên nîştîmanî û netewî xwedî derkevin, helbet ev derfet ji bo koçberên kurd jî li vî weilatî saz bûye, bi taybetî ji boy kurdên bakurê Kurdistanê, ew kurdên li ser axa xwe ji encamê siyaseta faşîst a Tirkiyê ji mafên xwe yên esasî û xwezayî bê beş bûyne, her bi sûd wergirtin ji vê azadiyê pirtûkxaneya kurdî, federasyona komeleyên kurdistanî, radio, telefizyonên kurdî, û bizava weşan û çapemeniyê geşe kirîne, ji aliyê siyasî de jî wisa kiriye ku çendîn kurd bigihîjin pile û postên siyasî û îdarî yên blind, ji bilî wê pêşveçûna di warên fikrî û zansitî de çêbûy.
Damezrandina vê tîmê jî her di çarçoveya vê azadiyê de bûye, hinek ciwanên xwîn germ navê DALLKURD li ser navê tîma xwe danî û ala pîroza Kurdistanê ji bo logo yê tîma xwe hilbijart, ev yek jî bo sedem ku pêtir bala kurdan bo aliyê xwe rakêşe û piraniya wan jî çi li Swêd û çi jî li Kurdistanê û wilatên din yên cîhanê vê tîmê mîna mulkê xwemalî û destkefteke netewî mêze bikin û bi hemû hêz û şiyanên xwe piştevaniyê lê bikin.
Mixabin îro destê reşê nehez û neyarên navê Kurd û ala pîroza Kurdistanê ku sembol û hêmaya yekgirtin û yekrêziya gelê Kurdistanê ne gihiştine vê destkefta netewî û hewlên xwe çir kirine jibo guherîna nav û logo yê DALKURDê.
Ne tiştekî ecêb e ku PKKê li şûna dujmin û neyarên gelê kurd bi vî karê kirêt û qirêj rabibe, jiberku di esas de PKKe ji bo kuştina hêz û hizra netewî hatye çêkirin, belgeyên ku vê yekê piştrast dikin jî ne kêmin, ger na çewa PKKe li Şengalê Heşda wehşî û supayê Iraqê ku yek ji dagîrkarên kurdistanê ye qebûl dike, lê hêza pêşmerge ku bi dehan hezaran ji wan xwîna xwe jibo azadiya Kurdistanê rijandiye qebûl nake, yan çewa li Rojava ala Basî û postalên supayê xwînmêjê esed qebûl dike, lê ala Kurdistanê û pêşmergeyên roj qebûl nake, yan çewa piştî ku bizava rizgarîxwaza gelê kurd li bakurê kurdistanê ji hêz û vejînê xistî, wir ji Tirkên hov û nejadperis re çol kiriye.
Lê belê her cihê çirîskeka kurdayetîyê û bêhna netewî û Nîştîmanperweriyê lê bê, PKK e wî cihî bi qada kar û kiriyarên xwe yên qirêj dizane.
Gelo ma dem ne hatiye bi yek deng ji PKK ê re bibêjîn êdî bese???
Têbînî: nivîs bêy guherîn ji malpera Facebook ê ya nivêserî hatiye wergirtin.