Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi du karwanên cuda 59 wesayît alîkariyên leşkerî û lojîstîkî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir. Herwiha li gorî zanyariyan, bi rêya helîkopteran 200 leşkerên Amerîkî jî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatine daxistin.
Li gor nûçeya Syria Arab Newsê, karwaneke ji 45 wesayîtên leşkerî ku tankêr jî di nav wan de hebûn, ji ser Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û ber bi herêmên jêr kontrola HSD û Amerîkayê ve bi rê ketine.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê piştrast kiriye ku karwana hevpeymaniyê gihîştiye nav Qamişloyê.
Hat ragihandin karwana duyem jî ji 14 barhilgiran pêk dihat ku alavên leşkerî û lojîstîkî barkirî bû û ji ser deriyê Tanf ê sînorî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.
Li gorî zanyariyan piştî hatina Joe Biden ser rêveberiya Amerîkayê, heta niha 2-3 karwanên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê hatine kirin ku herî kêm 40 TIR bi ser Herêma Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Li aliyê din zanyarî hene ku 200 leşkerên Amerîkayê jî bi helîkopteran bo bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatine sewqkirin.