Li parêzgeha Mîsan ya Iraqê, xortekî di xew de bavê xwe şewitand.
Polîsê parêzgeha Mîsan ya Iraqê ragihandiye, şeva borî xortekî di xew de agir berda bavê xwe û şewitand. Ji ber wê jî ew xort hatiye girtin.
Polîs daye zanîn, beriya wê rûdanê bav û kur ji hev aciz bûne. Ji ber wê jî wî xortî di xew de benzîn bi ser bavê xwe de kiriye û agir berdayê û şewitandiye. Bavê wî di wê rûdanê de giran birîndar bûye û niha li nexweşxanê hatiye razandin.
Parêzgeha Mîsanê dikeve başûrê rojhilatê Iraqê û nêzîkî sînorên Îranê ye. Navenda wê jî bajarê Emare ye.