Amerîka li sînorên Rûsyayê 4 balafirên B-1 bicih dike

Amerîka li sînorên Rûsyayê 4 balafirên B-1 bicih dike

Hat ragihandin ku artêşa Amerîkayê li dijî gefên Rûsyayê, li sînorê Rûsya-Norwecê 4 balafirên bombardimanê yên cureya B-1 û 200 leşkeran bicih dike.

Li gor nûçeya CNN Internationalê Hêzên Asmanî yên Amerîkayê ragihandiye ku wê li Norwecê balafirên B-1 ên bombardimanê li dijî gefên Rûsayê werin bicih kirin û 200 personel jî bi wan re bê şandin.

Hat diyarkirin ku Amerîka dixwaze li hember êrîşkariyeke rûsî hevpeymana xwe ya Norwecê biparêze ku hatiye ragihandin, wê di nav 3 hefteyan de çalakiyên Amerîkayê li sînorê Norwec-Rûsyayê yên cemsera Bakur dest pê bikin.

Beriya niha Amerîkayê çalakiyên xwe yên leşkerî bi ser Brîtanyayê ve li Cemsera Bakur berdewam dikirin ku cara yekem e li Norwecê balafirên B-1 û personelên leşkerî têne bicihkirin.

Pustên heman beş