Tirkiyê operasyona Penca Baz – 2 li Gare destpêkir

Tirkiyê operasyona Penca Baz - 2 li Gare destpêkir

Artêşa Tirkiyê li şeva derbasbûyî qûnaxa dûyemîn ji operasyona bi navê Penca Baz-2 li Başûrê Kurdistanê li dijî rêxistina PKK ê dest pê kir û serê sibehê herêma Gare bi dijwar bordoman kir.

Artêşa Tirkiyê ev demeke amadekarîya qûnaxa dûyemîn ya êrîşa ser PKK ê li Başûrê welat dike, paş ku li xzîrana sala rabûrî, qûnaxa yek ya vê operasyona ku navê Pencên heywanan lê kirine li Heftenînê daye meşandin.

Li gor agahiyên destê me, îro serê sibehê 10/2/2021an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKK ê li çiyayê Gare yê Başûrê welat hedef kirine, êrîş li sînorê navçeyên Çemankê û Dînartê jî pêkhatine.

Divê derbarê de, wezareta berevaniyê ya Tirkiyê daxuyanîyek parvekir û têde gotîye: operasyona Penca Baz – 2 bi armanca tunekirina hebûna çekdarên PKK ê li herêma Gare, pêk hatîye, operasyonê dest pê kirîye û berdewam dike.

Çapemenîya PKK ê jî raghandîye, îro 10/2/2021an di d sa’et 3:00 ê ber bi sibehê ve, artêşa Tirkiyê bi balefirên şer û helîkopteran bombebaraneke giran li çiyayê Gare pêk aniye û piştî wê jî leşker daxistiye herêmê.

Her wiha li gor heman çavkaniyê, operasyon li Pîrîs, Bergare û Siyanê yên çiyayê Gare pêk tê û di navbera Gerîlayên PKK ê û leşkerên artêşa Tirkiyê de, pevçûnên tund hene.

PKK ê careke din artêşa Tirkiyê kêşî Başûr kir

Di qûnaxa yekemîn de pêtirî 50 gundên Başûr ji şênîyan vala bûn

Artêşa Tirkiyê li şeva 15 ser 16 meha xizîranê ya sala rabûrî 2020an, operasyona asîmanî bi navê Penca Baz piştre ya bejahî bi navê Penca Piling li Başûrê Kurdistanê li dijî rêxistina PKK ê dest pê kir, paş vê operasyonê PKK ê hereketa çekdarên xwe xiste nava gund û nêzî bajarokan, PKK ê ev yêk bi enqest dikir ji bo ku gundên Başûr werin vala kirin û bibin qada şer, ya rast ev amanca PKK ê serketin anî, ji ber ku ji wê demê ve, artêşa Tirkiyê 18 kîlometroyan kûrahî kete di xaka Başûr de û pêtirî 50 gundan ji şênîyan hatin vala kirin.

Ji xizîrana sala rabûrî tevî ku hejmareke şêniyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê di vê êrîşa Tirkiyê de ewa PKK ê zemîne ji bo çê kirî şehîd û birîndar ketine, navçeyên sitratecîk yên di dest PKK ê de weke rûberên herî mezin yên Heftenînê ketin dest artêşa Tirkiyê de.

Pustên heman beş