Tirkiye dibêje Baydin: Dest ji Kurdan berde, emê dest ji S-400ê berdin

Tirkiye dibêje Baydin: Dest ji Kurdan berde, emê dest ji S-400ê berdin

Hikûmeta Tirkiyê diyar dike û dibêje, ger êdî Amerîka dest ji alîkariya Kurdên Sûriyê berde, ew ê jî “bi rengekî sînordar” sîstema mûşekî ya S-400 bi kar bînin.

Du berpirsên Hikûmeta Tirkiyê, ku nexwestine navê wan were destnîşankirin, ji malpera Bloomberge re gotine, Tirkiye naxwaze ji ber xatirê sîstema mûşekî ya S-400 rastî sizayên Amerîka were û ziyanê bibîne, ji ber wê jî ewê daxwaziya Amerîka di mijara S-400 de qebûl bikin.

Berpirsên Tirk dane zanîn, eger Amerîka êdî alîkariya kurdên Sûriyê bi taybet YPGê neke, ew ê jî bi rengekî sînordar sîstema S-400 bikar bînin.

Beriya niha rêveberiya Biden hişyarî dabû Tirkiyê û dabû zanîn, eger Tirkiye dest ji sîstema mûşekî ya S-400 bernede, dibe ku ew sizayên tund bi ser Enqerê de bisepînin.

Ji aliyekî din, Pentagon çend rojê ber gotibû, ew bo parastina bîrên petrolê ne li Sûriyê ne, tenê bo şerê li dijî DAIŞê li wir in û dê li ser piştevanîkirina kurdan jî berdewam bin.

Pustên heman beş