PKK e Berpirsekî xwe radestî Tirkiyê dike

PKK e Berpirsekî xwe radestî Tirkiyê dike

Medyaya Tirkiyê ragihand, di operasyoneke taybet a MÎT ê de berpirsekî PKK ê li Şengalê hat desteserkirin û pişt re hatye veguhastin ji boy Tirkiyê, lê belê zanyariyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” vê yekê eşkere dikin ku ti operasyonek ji boy girtina vî qadroyê PKK ê nehatiye encamdan, belku ev qadroyê PKK ê ji aliyê PKK ê bi xwe ve û bi awayekî aloz hatiye radestkirin bo destê mîta Tirkiyê.

Ajansa AA ya Tirkiyê ragihand, saziya îstixbarata Tirkiyê “MÎT”ê karî li bakurê Îraqê berpirsekî partîya Karkerên Kurdistanê “PKK” desteser bike.

Navê berpirsê PKK ê yê ku hatiye desteserkirin ” Îbrahîm Parim” ê bi kod navê “Laşer” e, û weke tê îdîa kirin di operasyonek taybet ya herî aloz de li Şengalê hatiye desteserkirin, navbûrî berpirsê lojîstîkê yên PKK ê bûye li navçeyê.

Li gor zanyariyan li sala 2014an Laşer beşdarî xwepêşandanên bajarê Wanê ji boy bûyerên li Kobanê diqewmin bûye, pişt re li sala 2015an tevlî qadroyên çiyê yên PKK ê bûye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, piştî ku li sala 2015an Laşîer tevlî qadroyên çiyê yên PKK ê bûy, piştre bi demekî hindik ji boy Şengalê tê veguhastin daku bi cîbicîkirina karên locîstî yên PKK ê li vê navçeyê rabe, lê belê pêş veguhastina wî ji boy Şengalê li çîya prisgirêk dinavbera wî û serkirdayetiya PKK ê de dirust bûne.

Sedema sereke ya dirustbûna nakokîyan di nêvbera Laşer û serkirdatiya PKK ê de ji boy radîkal bûna laşer û dijatîkirina wî a eşkere û tund li dijî dewleta Tirkiyê vedgere, Laşer li her cîh û demekî de li dijî Tirkiyê tevdigerî û daxuyanî dida, ew kesekî netewî bû bi awayekî ku hin caran ji ber van helwestên xwe di nava PKK ê de ew bi QDPeyî dihat binavkirin, PKK ê çendîn caran huşdarî bi wî dan, lê belê weke eşkere pirsgirêkên di nêvbera wan de pirr kûr bûn loma PKK ê xwest bi rêyekê navbûrî tesfiye bike.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Şengalê her weha eşkere kirin ti operasyonek li Şengalê nehatiye encam dayîn, belku ev berpirsê PKK ê di bazareke îstixbaratî de di nêvbera îstixbarata PKK ê û mîta Tirkiyê de li roja 3/2/2021an hatiye radestkirin, ji berku ev dema 7 rojane tu kesek nizane Laşer li kuderê ye û ti kar dike, her dema kesekî bipirsîba Laşer li ku ye jî, PKKê ji wan re digo ew ji boy karekî taybet ji boy dervey Şengalê hatiye şandin.

Li Şengalê her tişt di bin kontrola PKK ê deye û ti kesek nikare kareke bi vî awa li Şengalê pêk bîne û PKK e haydar nebe.

Ev cara yekemîn nîne ku PKK e qadroyên xwe tesfiye dike, pêş niha jî çendîn qadroyên xwe tesfiye kirîne, evca bi kuştinê be yan jî bi radestkirina wan bi yek ji saziyên îstixbaratî yên dewletên dagîrkarên Kurdistanê bi giştî û tirkiyê bi taybetî.

Pustên heman beş