Alixmahoyê Misrê û Alixmahoyê Qendîlê

“Alîkara Tirkiyê, Ajan, Sîxur, hevrêyê tifaqa AKP ê û MHP ê, piştgira faşîzmê”, ew cînayetin ku rêxistina PKKê hertim PDKê pê sûçdar dike, PKKê ev yêk ji bo xwe mîna awazekê kirîye û li jêr vê awazê, bi dehan sale ajenî û xizmeta rêxistina xwe ya ji boy dagîrkarên Kurdistanê dipeçine, bi awayekî heger bûyerek li “Burkina Faso” jî rû bide, Apê “Coma” wê wisa vê bûyerê şîrove bike ku PDKê dest têde heye û bi ajenîya PDKê ev bûyer pêk hatîye!

Ezê baz bidim û piştre bibêjim PDKê baz da

Hûnê wê gotinê bawer bikin ya ku em di guhê we de bang didîn!

Li gel destpêkirina her êrîşeke Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, Apê Cemîl Bayîk Hevserokê Konseya birêveber a KCKê derdikeve û bas li hinek bûyerên ku hêjan neqewmî dike, xwe weke “Medyûm” xêfzankakên ser dema firewnên Misrê û fîlosofekî jîr û leheng di poletîkayê de nîşan dide, her weke wî xwendin ji bo rewşê kirîye û dizane wê çi biqewme, ya rast ew dizane wê çi biqewme, ji ber ku ew û rêxistina xwe beşekê pîlanê ne.

Coma weke hertim wisa axaftina xwe dest pê dike: “PDK e alîkariya Tirkiyê dike ji bo ku PKKê tune bike”, Apê Cemîl dixwaze bi vê gotinê rojevê biguherîne, dixwaze bazdana rêxistina xwe û bi destve berdana deverên stratejîk ji boy Tirkiyê bike kênceke li ber PDKê, dixwaze ji gel re bibêje ev ne em in Tirkiyê kêşî başûr dikin, ev PDK’eye.

Hemwexta destpêkirina operasyona Pence Baz 2 ku roja çarşemî 10/2/2021an artêşa Tirkiyê li çiyayê Gare destpêkir, rêxistina PKKê careke din çapemeniya xwe bi awayekî ehmeqane li dijî PDKê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê seferber kir, armanca PKKê weke hertim berevajî kirina rastiyê ye, ew dixwaze ji gelê başûr re bibêje, eve careke din Tirk hatin, emê hinek deverên din yên başûr ji boy wan bikîn diyarî, lê belê emê piştre bibêjin PDK’eye wê vê diyariyê bide Tirkiyê, belê!! Hûnê wê bawer bikin ya em dibêjin û di guhê we de bang didin!.

Şer nêz bûye, Tirk wê bi alîkariya PDKê vî şerî bide meşandin

Cemîl Bayîk di hevdîtinekê de li gel pêgeha “Medya News” û “ANF” roja çarşemî 10 sibatê, li gel destpêkirina êrîşa Gare parvekirîye, çendîn caran êrîşê PDKê kir û weke hertim ew bi alîkar û îxanetê sûçdar kirîye û dibêje: “dibe li demekê nêz Tirkiye şerekî mezin li başûr li dijî PKKê bi alîkariya PDKê, bide meşandin”.

Apê Coma di vê hevdîtnê de, nirxandin ji boy rojevê û êrîşên Tirkiyê li ser başûr kirîne, “Bism Allah” ya xwe jî wisa kir: “PDKe alîkara Tirkiyê” ye.

Emê li vir bi mînak, bi data û zanyarî van derewên bi şax yên apê Coma eşkere bikin û wî çaxî hûn biryarê bidin, gelo PKKe alîkara Tirkiyê ye, yan PDKe!

Ji bo ku em zelalîyekê bixin ber çavan, pêwîste em 30 salan bo paş vegerîn anku ji sala 1990 heya 2020an, bizanîn PKKê di van 30 salan de çi kir?, li ku derê bû û niha çi dike û li ku derê ye?, çend navçeyên stratejîk ji bo Tirkiyê hiştine?.

Ji Bakur ber bi kûrahiya başûr

Ji sala 90ê PKKê 80% ya navçeyên xwe bê şer ji bo Tirkiyê hiştine

Paş operasyona “Pence Piling” ya sala rabûrî, artêşa Tirkiyê pêtrî 18 nuqteyên xwe li başûr bi cî kirin, qereqola çêkirin, Tirkiye ji bo xwe rêyek çêkir, ev rê ji “Qelebanê dest pê dike heya digehe Heftenînê”, PKKê alîkarî jêre kir, jiberku Qeleban û Heftenîn berdan û şervanên van deran xweya nekirin, lê belê rêveberên PKKê bê exlaqane di medyayê de digo: “me li Heftenînê dinya li pêş çavên Tirkiyê tarî kirîye”!!, ew wisa di fikirin ku gel mejî hişk e, heqîqetê nizane û fêm nake çi qewmî ye!.

Di êrîşa 2019an ya bi navê “pence şêr 3” de, PKKê li sînorê “Şirnex û Qelebanê” deverên stratejîk yên weke:

-Deriyê Dawetîya.

-Mêrgeşîşê.

-Guyzê.

Di navbera çend rojan de, ji eskerê Tirkiyê re hiştin û wisa rêk ji bo dagirkeriya Heftenînê xweş kir.

Piştre di operasyon “Pence Piling” de, PKKe li ser bazdanê ji deverên bin desthilatdariya xwe berdewam bû û Tirk kêşî lotkeya Xantor û berdewamiya wê ya başûr û van navçeyan kirin:

-Girê Koxê Miçûlî.

-Girê Reş.

-Girê Dupşikî.

-Geznikê.

-Koxê mele Yehya.

-Şeş Dara û Şeqole.

-Şehîd Bêrîvan, anku bilindahiyên Geliyê Pizaxa ji dola Keşanê heya Deşta Taqa, Perex.

Artêşa Tirkiyê li van hemû navçeyan cî girt û nuqte û qereqol ava kirin.

Paş radestkirina van navçeyan PKKe bi kuderê de çû?

Gelo başe PKKe bi kuderê de çû wexta ku ev der ji boy Tirkiyê vala kirin?, bersiv pir hêsane, ew hatine di kûrahiya xaka başûr de û ji xizîrana sala rabûrî ew berdewam yê baz didin heya ku tirk kêşî dorbera Derkarê û Batûfê kirîn.

Ger mirov bibirse ma qey PKKê tu şerek li van navçeyan nekir? Belê şer kir li her derekê hinek şerên biçûk biçûk yên mîna leyistokên zarokan kirin ku armanc jê îstifzaza Tirkiyê bû, ji bo ku artêşa Tirk were wan navçeyan, PKKe di van şerên biçûk de her carê hinek ji gerîlayan feda dike, carna jî bi destê xwe qetil kirine ji bo ku piştre were û ji gel re bibêje me şer li ser vê axê kir û me şehîd dane.

 bi kurtasî ew deverên ji sala 1990an heya niha ku di destê PKKê de bûn, 80٪ niha di destê artêşa Tirkiyê de ne, lewma gereke gelê kurd ji PKKê bibirse çima wan ev dever bê şer çûl kirin û çima wan li ber xwe neda?.

Partîyên Başûr tu demekê nexwestiye PKKê ji başûr derxin, wan tenê xwastiye PKKe qada xebata xwe bibe Bakur û li wir gelê kurd serdest bike

Sînorê başûr û bakurê welat, ji sala 1986an li jêr kontrola PKKê ye, tu carî PDKê û YNKê armanc nekirîye PKKê derxin dervey van sînoran, bi tenê wan xwestine PKKe berê xwe bide Bakur, şerê xwe li wir bimeşîne û tedaxulî kar, xebat û îdareya Başûrê Kurdistanê neke.

Cemîl Bayîk her li navbera çend rojan li medyayê derdikeve û PDKê bi alîkariya dagirkeriya tirk sûçdar dike, başe apê Cemîl ma PDKê navçeyên stratejîk yên Heftenînê weke:

-Deriyê Dawetîya

-Mêrgeşîşê

-Xamtûr

-Şeraniş

-Şeşdara

Dane destê Tirkiyê?, qey PDKe bû bê şer ji wan navçeyan bazdayî?, ma qey ev  ne 30 salin PKKe di wan navçeyan de bû?, çima te şer nekir û ev der ne parastin?, ma qey li wî astî hûn difkirin ku gel vê heqîqetê nabîne, belê gel baş dizane kî ehmeqe û kî alîkarê tifaqa AKPê û MHPê ye!.

Rojhilata kurdistanê

Bayîk: armanc ji xeynî rojhilat dagîrkirina hemû Kurdistanê ye

Di beşeka gotnên xwe da Cemîl Bayîk dibêje: “ji xeynî Rojhilata Kurdistanê armanc dagîrkirina hersê perçeyên kurdistanê ye”, Cemîl Bayîk wisa axaftina xwe dewam dike û dibêje ev alîkariya PDKê wê bibe sedema dagîrkirina hemû kurdistanê, lê bijlî rojhilat, Cemîl Bayîk li vir bi devê xwe îtîrafê dike ku wan têkilîyên stratejîk li gel rejîma Îranê hene û PKKe bi destûra Îranê li xeta sînorê başûr û rojhilat bi cî bûne, hemwext jibîr nekir ku baregehên PJAKê û supayê pasdaran li Ormiyê, li kêleka hevin.

Rojava, Şengal û Mîhwerê Miqawemê

Bayîk dibêje: emê eynî kiras li ber Şengalê jî bikin

Li derbara Rojavayê Kurdistanê jî Cemîl Bayîk dibêje: “dagirkeriya li ser Efrînê, serê Kaniyê û Girê Spî û Rojava, wê li Şengal Mexmûr Mûsil û Kerkûkê jî dewam bike”!, ya rast apê Coma di vê nuqtê de heqîqetê dibêje û îtîrafê dike ku destwerdana PKKê ya di Rojavayê Kurdistanê sedema sereke ya ji destçûna Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî bû, hêjan li bîra gele ku berî dagirkeriya ser Rojava pêk were, Cemîl Bayîk û Murad Karaylan çi digo, mane digo ger şerefa Erdogan hebe ewê êrîşa Efrînê bike?!, ma nedigo heger êrîş kir emê Stenbolê û Enqerê bişewitîn in?!, piştre çi qewimî?, Efrîn çû, Serê Kaniyê û Girê Spî jî, lê ne Stenbol şewitî û ne jî Enqere.

Pêwîstîya vê axaftina Cemîl Bayîk bi şîroveyan tuneye, ew bi zelalî dibêje: “kanê bi tu awayî me Efrîn, Serê Kaniyê û girê spî  di nava çend rojan da ji boy Tirkiyê hiştin, emê eynî kirasî li ber Şengalê jî bikin”.

PKKê pêşiyê li siyaseta qirger digre?

Cemîl Bayîk, di beşeka axaftinên xwe de dibêje: “ji ber ku rêxistina PKKê pêşiyê li siyaseta qirkirina kurdan digre, ew tê hedef kirin”, gelo pirsa li vîr tê kirin eve, ma qey siyaseta pêşî girtinê li înkara gel, radestkirina yêk bi yêk ya bajarên Kurdistanê ye bi dagirkeran? Yan jî ev poletîka ziman dirêjî ye li ser medyayê û bazdane li ser erdê? Ma qey li Efrînê û Serê Kaniyê jî PDKe li wir bû ku alîkariyê ji Tirkiyê bike? Belê apê Cemîl hewe rast go, hûn wê şengalê jî di nava çend saetan de bidin Tirkiyê û piştre zimanê xwe li medyayê bi qasê werîsekî dirêj bikin û bêjin: “PDKê alîkariya Tirkiyê kir”, heger hûn rast dibêjin û dixwazin Şengalê bi derdê Efrînê neçe, ji Şengal derkevin û çi hincetekê nedin destê Tirkiyê ku vê êrîşê pêk bîne.

Mejîkê Coma û mejîkê Alixmaho

Heger PDKe Zuleyxayê genc jî bike, apê Coma wê her bawer neke!

Li dawyê jî emê ji Cemîl Bayîk re bibêjin, hûn bi vê polîtîkaya xwe ya rê xweş kirinê ji bo dagîrkirina Kurdistanê çi şaşitîyan nakin! Hûn yê sitratîcîya genî ya apo ya bi navê “Biratîya Gelan” cî bi cî dikin? Ew sitratîcîya ku her tiştê gelê kurd têde bê wate dibe, partîyeke weke PDKê jî ku bi dirêjahiya 30 salên rabûrî hemû hewlek day ji bo ku PKKê vegerîne ser xeta netewî, hûn bi ajenî û alîkariya dagirkeriyê şîrove dikin, apê Cemîl ji kerema xwe nexşê kurdistanê dane berçavên xwe û xetekê bikêşe, wê çaxê wê zanî “Grûpa Enqerê” çend ji xaka Kurdistanê fedayê apo û polîtîkaya demokratîk kirina Tirkiyê kirîye, wê çaxê wê zanî şerê berya 30 salan li kîjan navçeyan bû û çima hewe niha şer nêzî gund û bajarokên başûr kir? Mejîkê hewe ew qas ji netewe û kurd bûnê hişk bûye, mîna mejîkê “Alixmaho” lêhatîye wexta ku “Yuzarsîvê” pêxember “Zuleyxa” genc kirî her bawer pê nekir, lewma heger PDKe “Apê Cemîl” jî genc bike û bîne berîya 30 salan, ew wê her bawer neke kanê kîjan li ser xeta netewî û kurd bûnê ye û kîjan ketîye di xizmeta dagirkeriyê de.

Pustên heman beş