Di berdewamiya operasyona bi navê “pence piling 2” ya ku tirkiyê li başûrê kurdistanê ji boy ser çekdarên PKKê îlankirî, îro jî operasyonê berdewam kir û balafirên tirkiyê pêgehên PKKê hedef kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê diyar kirin, îro roja pêncişemî 11/2/2021an di navbera saet 5:37 heya 5:45ê êvarê balefirên ceng yên tirkiyê hejmarek pêgehên çekdarên pekekê li Çiyayê Gare hedef kirin .
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, balafirên tirkiyê baregehên rêxistina PKKê ên nêzî “Avegîskê” li aqarê gundê Bîrkat û “Serêmeranê” li aqarê gundê Meranê ê ser bi nahiya Çemankê li devera Gare bordoman kirin.
Operasyona tirkiyê ya bi navê “pence piling 2” li roja çarşemî saet 2:55ê serê sibê li çiyayê Gare li başûrê kurdistanê destpêkir û heya niha berdewam dike.