Di sala 2021 de 22 zarok li Sûriyê hatine kuştin

Di sala 2021 de 22 zarok li Sûriyê hatine kuştin

Rêxistina Yûnisêv ya zaroktiyê ya bi ser Netewên Yekgirtî ve kuştina çendîn zarok di destipêka sala nû de li Sûriyê bi giştî eşkere kir.

Vîktor Nîlond nûnerê rêxistina Yûnisêv li Sûriyê ragehand, ku di despêka sala 2021ê de di encama bedewamiya rûdana teqînan li tevaya navçeyên Sûriyê ta niha 22 zarok bûne qurbaniya wan teqînan û canê xwe ji dest dane.

Nûnerê rêxistina Yûnisêv ya zaroktiyê bal kişand ser berdewamiya şer û tûndutûjî li Sûriyê bi giştî û daxwaz ji tevaya aliyên nakokdar li Sûriyê kir, ku wefadarbin û bi erkê xwe rabin di parastina zaokan û rawestandina tûndutujiyê de li tevaya navçeyên Sûriyê.

Pustên heman beş