PKKe îro bû sedema bordoman kirina 4 gundên Dihokê

PKKe îro bû sedema bordoman kirina 4 gundên Dihokê

Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê îro hereketa çekdarên PKKê li navçeyên çiyayî li hindava 4 gundên parêzgehîya Dihokê hedef kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 12/2/2021an, balefirên ceng yên Tirkiyê 3 caran navçeyên Çemankê û Berê Gare borodman kirine, piştî ku te’qîba hereketa çekdarên PKKê kirî.

Dest nîşan kir, êvara îro li sa’et 3:40 ê, balefiran çekdarên PKKê li çiyayê Xîrê yê hindavî gundê Meseleka li navçeya Çemankê li devera Berê Gare hedef kir û yek roket li çekdaran xistîye.

Hem dem li balefiran li binara çiyayê Gare li hindavî gundên Siyanê û Erginê li navçeya Çemankê roketeke li hereketa PKKê xistîye, her wiha li hindava gundê Êkmale jî.

Dewleta Tirkiyê li roja çarşemî ya rabûrî dest bi êrîşa ser PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û navê operasyona Penca Baz-2 li vê êrîşê kir, PKKe ev demeke pêtir xwe nêzî gundên Başûrê welat dike û ev yêk dibe sedema borodmana van gundan û şêniyên başûr pir ji vê hengava PKKê aczin, ew dixwazin PKKe ji navçeyên wan dûr be ji bo ku gundên wan nekevin ber êrîşên balefiran.

Pustên heman beş