Heyder Şeşo: PKK li Şingalê rê li ber Tirkiyê xweş dike

Heyder Şeşo: PKK li Şingalê rê li ber Tirkiyê xweş dike

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand, PKKê û aliyên nêzîkî wê rê ji bo encamdana Tirkiyê ji operasyonekê li ser Şingalê xweş dikin.

Li aliyê din Heyder Şeşo ragihand ku programa Heşda Şeibî jî ew e ku şer li Şingalê çêbibe û xelkê Şingalê ji bajarê xwe derkevin.

Heyder Şeşo got jî, take çareser ji bo rewşa Şingalê bicîhkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya dinavbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

Berdevkê serokkomariya Turkiyê Îbrahîm Kalin jî çend roj berê di derbarê operasyoneke li ser Şingalê de ragihand ku rêkeftina Şingalê girînge ji bo nehiştina gef û metirsiyan lê Îraq û Herêma Kurdistanê jî dizanin ku rewş aloze û ne hêsane û pêwistî bi karkirina hevbeş heye, ji ber ku ew navçe korîdora terorê ye.

Pustên heman beş