Rêxistina Nuceba gef li Tirkiyê xwar

Rêxistina Nuceba gef li Tirkiyê xwar

Tevgera Nuceba ya Iraqî ji ber operasyonên Tirkiyê yên bi hinceta PKKê li nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê pêk tên, gef li Tirkiyê xwar ku ew dê helwesteke tund nîşan bidin.

Tevgera Nuceba ya nêzîkê Îranê ku Ekrem Kabî serokatiya wê dike, got: “Welat di qonaxa jihevketinê de ye, helwestên fermî yên lawaz û berjewendiyên teng ên partîyetiyê welat kiriye meydanek ji bo binpêkirin û zêdegaviya welatan û hemû aliyan.

Tevgera Nuceba di daxuyaniya xwe de diyar kir: Li gor zanyariyan, niyeta Tirkiyê ji bo dagîrkirina parêzgeha Neynewa heta qezaya Şingalê nabe binpêkirina dawî ya Tirkiyê, eger helwesen fermî bi wê lawaziyê bimînin.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji Tirkiyê hat kirin ku helwesta xwe di ber çav re derbas bike berî gaveke wiha biavêje ku nizane encama wê çawa dibe û wiha hat gotin: Dersê ji hêzên dagirker ên Amerîkayê werbigrin ku di warê hejmara serbaz û hêza leşkerî de ji wan zêdetir bûn.

Herwiha rêxistinê daxwaz ji hikûmet, Parlamentoya Iraqê û hemû aliyên peywendîdar kir ku helwesteke yekgirtî û tund li beramber wan binpêkirinan nîşan bidin, heger na wê gelê Iraqê û bergiriya wê helwestê nîşan bidin.

Pustên heman beş