Ji ber ala Kurdistanê welatiyekî Efrînê rastî eşkenceyê hat

Ji ber ala Kurdistanê welatiyekî Efrînê rastî eşkenceyê hat

Li gundekî Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî kurd rastî lêdan û eşkenceyê hat, û sedem bi tenê ala Kurdistanê di telefona wî de bû.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê ragihand ku di 8 vê mehê de hejmarek welatî ji gundê Kefirsefrê yê navçeya Cindirêsê ji aliyê çekdarên Semirqened ve hatin revandin, piştî dana pereyan roja Pênçşema bûrî hatin berdan.

Rêxistinê nîşan bi wê yekê kir ku, di nav ciwanên ku hatine berdan de, welatiyek rastî lêdan û eşkenceyê hatibû, sedema wê yekê jî ji ber ku ala Kurdistanê di telefona wê de hebû.

Jêderê ameje kir ku her welatiyekî revandî 3800 lîreyên Turkî dane çekdaran heta ku hatin berdan.

Pustên heman beş