Rêbwar Talebanî: Di vê rewşê deli Kerkûkê hilbijartin bibe, bi ziyana Kurdan e  

Rêbwar Talebanî: Di vê rewşê deli Kerkûkê hilbijartin bibe, bi ziyana kurdan e  

Serokê berê yê encumena parêzgeha Kerkûkê dibêje, eger di rewşa niha de li Kerkûkê hilbijartin were kirin, bi ziyana kurdan e.

Serokê berê yê encumena parêzgeha Kerkûkê, ku par ji aliyê parlementoya Iraqê ve hat hilweşandin, Rêbwar Talebanî ji BasNewsê re got, niha şîe li ser gelek tiştan nakok in. Di mijara hilbijartinan de jî şîe bê xem in. hilbijartin bibe nebe, xema wan nîne. Li gorî texmîn û pêşbîniyan, hilbijartinên Iraqê di wexta xwe de nayê kirin, ji xwe beşek mezin ji şîeyan jî naxwazin hilbijartin were kirin.

Rêbwar Talebanî her wiha got, ew roja ku bo hilbijartinên Iraqê hatiye destnîşankirin, bi ziyana kurdan e ji ber ku rewşa ku Kerkûk û deverên Kurdistanî tê de ye, serbazî û aloz e û azadî jî nîne. Ji ber wê jî hilbijartin bê sûd e. Divê rewş were normalkirin paşê hilbijartin bê kirin.

Bi gotina Rêbwar Talebanî, partiyên Kurdistanî jî li ser wê yekê hevnêrîn in ku divê destpêkê rewşa Kerkûkê û deverên Kurdistanî were normalkirin paşê hilbijartin hebe.

Pustên heman beş