HDP e daxuyaniya HPGê ya derbara kuştina 13 dîlên li çiyayê Gare bawer nake

HDP e daxuyaniya HPGê ya derbara kuştina 13 dîlên li çiyayê Gare bawer nake

Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser kuştina 13 dîlên di destê PKKê de, bang li Tirkiye û PKKê kir bûyerê ronî bikin û berpirsiya kîjan aliyê tê de hebe ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin.

HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, “Neku deshilatdarî ji partiya me hesab bipirse, pêwîste hesab bide civakê. Di heman demê de PKK jî divê dîlên di destê wê de ku ji wan berpirse çawa can dane û berpirsiya wan çi ye ji Tirkiye û raya giştî ya cîhanê re eşkere bike.”

HDPê herwiha sersaxî ji malbatan re xwest û bang li PKKê kir ku çi dîlên di destê wan de hebin serbest berde û nehêle di nav şer û pevçûnan de bimînin û jiyana wan nekeve metirsiyê.

HDPê diyar kir ku ji bo pêşîgirtina mirinan tekane rêya encam jê bê standin dawîanîna polîtîkayên şer û bi rêyên demokratîk û aştîyane çareserkirina pirsa Kurd e.

Ev yek jî bi wê wateyê tê ku HDPe daxuyaniya HPG ê ya derbara kuştina dîlên Tirkiyê ji aliyê balefirên Tirkiyê ve bawer nake û bi direw dibîne, lewra dixwaze bûyer were ronîkirin.

Tê zanîn ku pêş niha Hêzên Parastina Gel “HPG” ragihandibû ku 13 dîlên Tirkiyê ji aliyê balefirên Tirkiyê ve di kampa dîlan li Gare hatîne bordomankirin û her 13 dîl hatîne kuştin, Tirkiyê jî ragihandibû ku PKKê ew 13 dîl bi gulleyan kuştine.

Pustên heman beş