Diktor Roj, kesatî û siyasetvanê diyar ê Başûrê welat koça dawiyê kir

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diktor Roj Nûrî Şaweys koça dawiyê kir.
Endamê Polîtburoya PDKê diktor Roj Nûrî Şaweys ji ber nexweşiyekê îro danê sibê li nexweşxaneyeke Hewlêrê di temenê 74 saliyê de koça dawiyê kir.
Diktor Roj Nûrî Şaweys di jiyana xwe ya siyasî de çendîn post û erkên cuda wergirtibû ku demekê Serokê Parlamentoya Kurdistanê bû û di 2 kabîneyên Hikûmeta Iraqê de jî wezîr bû. Di nava PDKê de jî çendîn erkên cuda pê hatibûn raspardin.
Diktor roj kî ye?
Roj Nûrî Şaweys sala 1947an li Silêmaniyê ji dayik bû. Bavê wî Nûrî Şaweys kesayetiyeke kurd ê siyasî yê diyar bû. Roj Nûrî Şaweys xwendina xwe ya seretayî li Bexda, Kerkûk û Mûsilê kir û xwendina amadehiyê li Silêmaniyê temam kir.
Di sala 1966an dest bi xwendina Endezyariya Eliktirîkê li Zanîngeha Mûsilê kir. Piştre jî ji bo xwendina bilind çû Almanyayê û diktora di Endezyariya Eliktirîkê de wergirt. Roj Nûrî Şaweys li Ewropa bû Nûnerê Xwendekarên Kurd.
Diktor Roj Nûrî Şaweys di sala 2004an de bû Serokê Parlamentoya Kurdistanê. Piştre bû Nûnerê Serok Barzanî di Encûmena Desthilatê de ku li Bexdayê hat pêkanîn û piştre jî postê Serokomarê Iraqê wergirt.
Di sala 2005an de, Diktor Roj bû Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ku wê demê Îbrahîm Caferî Serokwezîrê Iraqê bû.
Sala 2010an, careke din Diktor Roj bû Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ku wê demê Nûrî Malîkî Serokwezîrê Iraqê bû.
Di sala 2014an de, Diktor Roj Nûrî Şaweys di Hikûmeta Heyder Ebadî de bû Cîgirê Serokwezîrê Iraqê.
Çavkanî: Kurdistan 24