Balefirên Tirkiyê gundên Çemankê bombebaran kirin

Balefirên Tirkiyê gundên Çemankê bombebaran kirin

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro paş nîvrojê, liv û tevgerên çekdarên PKK ê li gundên sînorê navçeya Çemankê a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kir, îro roj dûşemî 15/2/2021an balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerê çekdarên PKK ê li devera bi navê Serê geliyê Qadî ê serê çiyayê Xêrê ku dikeve hindavî gundê Rimê yê navçeya Çemankê li sînorê parêzgehîya Dihokê borodman kirin.

Dest nîşan kir, balefiran li demjimêr 12:50 heya 1:00 paş nîvrojê ev navçe borodman kirine û hejmara dû roketan lê xistine.

Dewleta Tirkiyê li roja çarşembîya rabûrî 10/2/2021an operasyona bi navê Penca Vaz-2 li çiyayê Gare li dijî rêxistina PKK ê dest pê kir û duh roja yekşemî ev operasyon bi dawî anî.

Pustên heman beş