Çima nakokî di nêvbera berpirsên Tevgera Azadîya de çêbûne?

Çima nakokî di nêvbera berpirsên Tevgera Azadîya de çêbûne?

Di navbera berpirsên bilind ên Tevgera Azadî de, ku rêxistineke ser bi PKKê ye û li Başûrê Kurdistanê çalakiyan dike nakokîyên kûr dirust bûne, heya gihiştiye astekî ku hinek ji berpirsên vê rêxistinê gefa eşkere kirina rastiyên vê rêxistinê li ser medyayê dikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, piştî îfşa bûna gendeliyên di nava rêxistina Tevgera Azadî de nakokîyên herî kûr û dijwar di nêvbera berpirsên vê rêxistinê de dirust bûne, bi taybet piştî bilindbûna dengê nerazîbûnê li ser gendeliyên Tevgerê di nava Encûmena Germîyan a vê rêxistinê de, ev dengên ne razî bi awayek rasterast ji hêla Dr. Azad ve tên serperişitî kirin û roleke sereke hebûye di îfşa kirina van gendelîyan de.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, piştî hestkirin bi kûr bûna pirsgirêkê û bilindbûna dengên ne razî di nava Tevgerê de, Dr. Azad hatiye vexwendin ji boy baregeha giştî ya Tevgerê û li wir biryar li ser bêerk kirina wî tê dayîn. Paş vegerîna D. Azad ji boy sînorê Germîyan û haydar kirina qadroyên Encûmena Germîyan bi bêerk kirina xwe, pirsgirêk pir aloztir û mezintir dibe û nêzî nîva endamên Encûmenê li himber vê biryara Tevgerê nerazîbûna xwe diyar dikin.

Her wiha ragihand, ji aliyekê din Dr. Rabîe Ebas Qasim a berniyas bi heval Vîyan, ku Endama Giştî ya Tevgerê ye li himber biryara bêerk kirina Dr. Azad dilgiran bûye û dest bi gef xwarinê ji qadroyên paye bilind ên Tevgerê kiriye û daxwaz kiriye ev biryar were hilweşandin, lê belê Tevgera Azadî ti girîngîyek bi tehdîdên heval Vîyan ê nedaye, ji ber vê yekê Vîyan niha gefan li Tevgerê dixwe ku wê pirsgirêk û gendeliyên PKKê û Tevgera Azadî di medyayê de îfşa bike, lê belê heya niha tu karek encam nedaye.

Tevgera Azadî yek ji rêxistinên ser bi PKKê ve ye ku li sala 2014an li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin û niha li Başûrê Kurdistanê û Îraqê çalakiyan dike û bi baskê sereke ê PKKê li Başûrê Kurdistanê tê naskirin, li sala 2019an de li sînorê her yek ji Silêmanî û Germîyan û Raperîn ji aliyê YNKê ve baregehên wan hatin daxistin, ne PKKê û ne jî Tevgerê ti bertekek cidî li himber vî karê YNKê nîşan neda.

Pustên heman beş