Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê êvara îro liv û tevgerên çekdarên PKKê li çiyayê Metîn yê Başûrê Kurdistanê hedef kirin.
Li gor agahiyên destê me, êvara îro roja sêşemî 16/2/2021an li saet 3:40, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, hereketa çekdarên PKKê li çiyayê Metîn hedef kir, her çend ku zirarên êrîşê nehatine zanîn lê belê dûkeleka mezin li ciyê bordomanê bi ser çiya da ketîye.
Êrîşa îro li geliyê bi navê Sîva yê çiyayê Metîn pêkhatîye, ev cîh dikeve hindava gundê guherzê girêdayî navçeya Dêralok ê li devera Nihêlê li Qeza Amêdiyê.
Ji roja Çarşemîya rabûrî, balefirên dewleta Tirkiyê bê navber çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê hedef dikin, PKKe jî her ku diçe hereketa çekdarên xwe têxe nêzî gundan, ev yêk jî bi zirara şêniyên gundan bi dawî tê.