Kiliçdaroglu bo operasyona Gare mînaka Ocalan da

Kiliçdaroglu bo operasyona Gare mînaka Ocalan da

Kiliçdaroglu di derbarê oprasyona Gare de mînaka girtina Ocalan da û dibêje Bulent Ecevît operasyona girtina Ocalan ji hevjîna xwe re jî negotiye.

Serokê Partiya Komarî a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna gruba partiya xwe de derbarê operasyona li Çiyayê Gare û kuştina 13 esîran de axivî û rexne li desthilatê kir.

Kiliçdaroglu di derbarê kuştina 13 esîrên ku di destê PKKê de amaje bi bê yekê kir ku 5-6 sal in ew lêşker di destê PKKê de bûne û ji bo rizgar kirina wan tiştek nehatiye kirin di encamê de jî ew esîr tev hatine kuştin.

Kiliçdaroglu ragihand ku Tirkiye ketiye rewşeke wisa ku lir ser kuştina leşkeren ji hev hesap dipirsin.

Herwiha Kiliçdaroglu li ser kuştina esîran rexne li desthilatê dike ku ji ber ku mijaran esîran hertim di ser guhên xwe de qelavtine.

Kiliçdaroglu rexneyên xwe bi vî rengî berdewam dike ku di derbarê mijarê de çima parêzgerê Meletê daxuyanî dide, wek mijara Îdlîbê ku 33 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin û parezgerê Hatayê daxuyanî belav kiribû.

Kiliçdaroglu diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotiye ku ew ê mizgîniyê bide lê hemû esîr hatine kuştin piştre tirsiyane ku daxuyanekî jî bidin.

Kiliçdaroglu di derbarê oprasyona Gare de mînaka girtina Ocalan jî da û dibêje Bulent Ecevît operasyona girtina Ocalan ji hevjîna xwe re jî negotiye.

Tê zanîn ku artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê da li çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê operasyona Çengê Baz-2 destpêkir û di 14ê Sibata 2021êan de bi dawî anî, di vê operasyonê da 13 êxsîrên Tirkiyê ku pêş niha ji aliyê PKKê ve hatibûn desteserkirin di êrîşê de hatine kuştin, PKKê tirkiye bi kuştina wan tawanbar kir û Tirkiyê jî PKKe tawanbar kir.

Pustên heman beş